Dîndar Zêbarî Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ragihand rêxistina xoraka cîhanî karta elektronîk ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê amade dike û bi vî awayî jî dê yarmetiyê li ser wan de bê dabeş kirin.
Li Herêma Kurdistanê ku nêzîkî 224 hezar penaberên Rojava dijîn û zêdetirê 98 hezarê wan li nav neh kampan da hatine nîştecîhkirin.
Dîndar Zêbarî Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê got: “Rewşa penaberên Rojava li Herêma Kurdistanê berev başiyê ve diçê û heta niha Hikumeta Herêma Kurdistanê li alîkarîkirina penaberan de kêmasî nekiriye. Li Herêma Kurdistanê sê cûre yarmetî digihe penaberên Rojava, hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê, rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekgirtî.”