Îro dûşem 07.04.2014 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xwendekarên xula nozdehê akademiya pêgihandina kadîrên Partiya Demokrata Kurdistanê kir.
Di destpêka hevdîtinê de Qadir Qaçax Berpirsê Akademiya Pêgihandina Kadîran spasiya Serok Barzanî kir ji bo rexsandina wê derfetê û puxteyekî di derbarê çawayiya birêveçûna waneyên zanistiyên xula nozdehê akademiyê pêşkêş kir.
Paşê Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina xwendekarên akademiya pêgihandina kadîrên Partiya Demokrata Kurdistanê, li gotarek da bi kurtî dîroka di derbarê qonaxên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd xisterû û balkişand li ser xweragirî û rola ber bi çava PDK kir li serxistina doza rewaya gelê me da û ewê xisterû ku pêwîste sûd li waneyên pêşerojê werbigrîn û têbigihîn ku her demek Kurd yekrîz û yekhelwest bûbê serketina wî mîsoger bûye û ji bo niha û paşarojê jî yekrêziya mala Kurd armanca serekiya PDK ye.