Li Başîkê 20 terorîst hatin kuştin

Çekdarên DAIŞê li Eniya Başîkê ji 2 aliyan êrişî sengerên Pêşmerge kirin lê belê li gorî gotina fermandeyên Pêşmerge, çekdarên DAIŞê nekarîn nêzîkî sengerên Pêşmerge bibin û 20 kuştî dan.Fermandayê Hêzên Pêşmerge li Beşîkê Erîf Behram Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand ku îro di demjimêr 05.30ê sibehê de çekdarên DAIŞê li nêzîkî çiyayê Başîkê êrişî sengerên Pêşmerge kirine, lê belê nekarîn pêşde bibên.Erîf Behram Yasîn diyar kir ku, ziyanên mezin gihîştine DAIŞê ku nêzîkî 20 çekdarên wan hatine kuştin û bi dehan jî birîndar in, ku dixwestin bi ser Çiyayê Başîkê kevin lê Hêzên Pêşmerge nehiştine ku ew nêzîkî sengerên wan bibin.Li gorî wî fermandarê Pêşmerge balafirên hevpeymanan jî di şer de beşdar bûn û binke û cîhên DAIŞê dan ber bombeyan.Erîf Behram wiha got: “Zanyariyên me hebûn ku beriya çend rojan 200 çekdarên DAIŞê bo girtina Çiyayê Başîkê hatibûn deverê lê me bi başî xwe ji wan re amade kiribû û me karî wan bişkînin û niha rewşa navçeyê aram e.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: