PolîtîkRojev

Li Barzan Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja sêşemê 17.05.2022 ê li Barzan, pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir.

Di civînekê da Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya birêz Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir ku di dema karkirina xwe ya li Iraqê de di alîkarîkirin û pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê da roleka mezin hebû û jê ra hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû da serkeftî be.

Balyozê Amerîkayê ji aliyê xwe ve, spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî, sazî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê alîkarî û hevahengiya di dema erkê wî da li Iraqê digel wî û Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin û hêvî xwest ku ew hevkarî û hevahengî berdewam be.

Her du aliyan têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê û pêşxistina wan têkiliyan di hemû waran da û teşwîqkirina sermayedarên Amerîkayî ku di warên cuda da li Iraq û Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin gotûbêj kirin. Rewşa Iraqê, pirsgirêk û astengiyên pêşiya prosesa siyasî û xebatên ji bona derbasbûna ji vê rewşê mijarên din yên civînê bûn.

Rewşa Herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera aliyên siyasî, prosesa hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê, gefên Daîş yên berdewam li deverê û çalakkirina bizava aborî li Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civîna Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê bûn.

Erkê Matthew H. Tueller wek Balyozê Amerîkayê yê Iraqê bi dawî tê û ji bo xatir xwestinê serdana Serok Nêçîrvan Barzanî kir.

Back to top button