Li Bakurê welêt îro çi qewimî

Îro li Wanê meşeke girseyî hebû li dijî binçavkirin û girtinên şaredar û siyasetmedaran. Gel duh jî bi meş û çalakiya rûniştinê nerazîbûna xwe nîşan dabû.
Li Dêrsimê hate îdiakirin ku, helîkoptereke derketiye operasyonê, gûndê Hagapilê daye ber guleyan.
Îro danê êvarê hat ragihandin ku, li navçeya Colemergê, li Şemzînanê teqînîyek qewimîye û şivanekî jiyana xwe ji dest daye û 6 kes jî birîndar bûne.
Hevserokê KCDê Ahmet Turk, li Meclîsa Daîmî a KCDê axifî û diyar kir ku, desthilatdar dixwaze hemû kesan bêdeng bike. Ev kesane niha Tirkiyê dibin dîktatoriyeke postmodern. Serokwezîr Erdogan bi gotina vebûnê deh hezar siyasetmedar, şaredar, hiqûqnas, ciwanên kurdan xiste girtîgehan. Çend roj berê jî bijîşkan, xwendekarên endamê SES’ê jî girtin. AKP siyaseta bêdengkirina Tirkiyeyê dimeşîne.
Dîsa li Amedê 4.Kongreya Tipê a Mezwpotamya destpê kir û wê 2 roja dewam bike. Di Kongreyê de bijîjk û serokê kongreyê Mehmet Dursun axaftinek kir û bal kişand ser axaftina bi Kurdî û wiha got: Li cîhanê ji ser 50 mîlyonî re Kurd dijîn. 50 mîlyon mirov bi zimanê Kurdî diaxifin. Ev gelha bergenda 50 dewletên serbixwe ye.
Piştî hevdîtina Serokwezîr Erdogan û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, rayagiştî dipa ku pêvajoyeke nerm destpê bike û siyaseta rojane şûna xwe ji siyaseteke hîn gelemperî û dûrî berjewendiyên têkeve rojevê. Mixabin bûyerên ku di du rojan de qewimîne qet wê hêviyê nîşan nade. Hêvî zêde dirêj nebû. Heman şeva hevdîtinê daxuyaniyên serokan careke din jibîr xist ku, çareserkirina pirsgirêka Kurd ewqas jî ne hêsan e.