SEMÎNER: 7
Semînera Heftemîn a Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidin Zinar di meha Adarê de ku yek ji rêzesemînerên wî bû, cara heftan li parêzgeha Sêrtê roja 30yî Adarê bi navê ”Dewlemendiya Folklora Kurdî” hate dayîn. Semîner saet 12.00 bi pêşwazîyeke mezin dest pê kir û saet di 14.30 de jî bi dawî bû.
Mazûrvantiya semînerê ji aliyê Komeleya Mişar û ya Nûbiharê ve bi hevkarî hatiye kirin.
Beşdarên semînerê bi piranî xwendekarên Zanîngeha Sêrtê bûn û çend meleyên ji Medreseya Kurdî, herweha gelek jî kesên xuyanî xasma jî yên ji herêma Botanê bûn.
Zinar bi giringî li ser mînakên cuda rawestiya û dewlemendiya Folklora Kurdî bi awayekî berfireh şirove kir ku hêza wê ya erênî çewa tîna xwe li bipêşketina mejiyê mirovan, xasma jî tîna erênî ku li ser ciwanên Kurd dike anî zimên.
SEMÎNER: 8
Semînera Heştemîn a Zeynelabidin Zinar eynî roj (30/3) lê li Diyarbekirê, bi navê ”Pêvajoya Medreseya Kurdî” li avahiya salona konferansê ya Komeleya Nûbiharê, saet 19.30 dest pê kir.
Beşdarên semînerê bipiranî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji beşên cuda bûn lê gelek ji wan keç bûn, hin beşdar jî karmendên perwerdehiyê bûn.
Zinar di axaftina xwe de hinek jî behsa dewlemendiya Zimanê Kurdî kir û bi taybetî jî giringiya parastina zimên bi çend Ayetên Qurana pîroz şirove kirin.
Semîner saet 20ê şevê bi dawî bû.
30.03.2013
Rojeva Kurd/Sêrt