Li Bakur çi dibe ?
Li Kurdistana Bakur çi dibe? siyaseta ku di vê qonaxê de PKK li Bakur rêve dibe di bingehê xwe de zererê dide kî û berjewendiyên kî di vê siyasetê de heye. Dema em yek berfirehî û bi awayek objektif werê dîtin û nirxandin kêmasî di vê konaxê de tevgera Kurdî li Bakur baştir pêşiya xwe bibîne.HDP di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi derxistina 80 parlementerî serkeftinek mezin destxist. Sedemê vê serkeftinê û tiştên hatin kirin babetek dine. Lê piranî li Kurdistanê HDPê bi navê aşitiyê ev deng girtin. HDP armanca xwe de serkeftî bû. Ji ber ku armanca yekem ew bû ku HDP ji barajê derbas bibe û AKP bi serê xwe nebê desthilat. Ev yek pêkhat.Lê piştî vê çewe çêbû. PKK dest tundiyê kir, hinek bûyerên provakatif çêbûn, helwest û daxûyaniyên berpirsên PKKê ne babetên aşitiyê bûn. AKP ev firsat û xeletiya PKKê bi karanî. Tundî û tujiyê destpêkir. Li gelek devera di navbera çekdarên PKKê û dewletê de şer derket. Hêviya agirbest û “aşitiyê“ têkçû.Di warek nexweşî û şer de hilbijartinên awarte yê 1.11.2015î pêkhatin. Di van hilbijartina de HDPê zêdeyî milyonek deng li Kurdistanê winda kirin û beşek dengên “êmanet “jî haliyan..HDPê 21 parlementer di 4 mehan de winda kir. PKKê bangî serhildanê kir. “Xweserî“ ragihand. Lê di bingehê xwe de baweriya piraniya parlementerên HDPê vê siyaseta PKKê ne dihat . Lê kesekî nekarî li himber vê yekê dengê xwe derêxe û bê hemdê xwe pişgirya siyaseta xelet ku lê ne bawerbûn kirin.Berpirsên PKKê dan xuyakirin ku armnanca wan ne dewlet a Tirk e. Armanc AKP ye. Ew jî dizanin îro AKP dewlete. Ew dewletê rêve dibin.Parlementerên HDPê yên Tirk, çepên marjinal çi kirin, piraniya wan di vê pêvajoyê de bê deng man.Li Kurdistana Bakur ev şer bu sedema zêdeyî 400 hezar kurd ji malên xwe koçber bûn. bi dehê hezaran zarok ji xwendina xwe bûn. Gelek malbat ji bû pêşeroja zarokên xwe ji herêmê barkirin çûn. Nevçeyên ku xweserî hate ragihandin û nava taxan de xendek hatin kolandin xelkê bar kir , ew navçe vale bûn.Kurtahî gelê kurd zerera mezin ji vê siyaseta şer dît. Pişgiriya xelkê ji bo PKKê kêm bû. Niha jî PKK dibêje emê Biharê dest şerek mezin bikin. Ev şer , siyaseta tund dê vekirî Kurdistanê wêran bike. Li himber vê yekê Kurd , aliyên din yên siyasî çi dikin. Dengê pêwist dernayêxin. Bese hêdî li Kurdistanê ji bo berjewendiyên hêzên din şer bê kirin. Eger mirov behsa şer bike nabê gotina aşitiyê bi kar bîne. Ev dibe siyaseta xapandina gel bi xwe.Mixabin heta ev rastî neyê dîtin dê ev karwan li ser van xeletiya berdewam be û proja wêrankirina Kurdistanê û têkbirina civatê rojeva siyasetê de be. 29.2.2016 Dara Bilek