Kultur
Li bajarê Sinê pêşengeha pirtuka vebû
Pêşengeha pirtuka li bajarê Sinê vebû. Ev pêşengeha 4-ê ye ku li bajarê Sinê vedibe.Li gora nûçeya malpera Îranî, Êrane nêzikî 200 dezgehên weşan û çapxana tevlî vê pêşengehê bûne.
Li gora ragihandina berpirsên vê pêşengehê, 250 hezar pirtuk di vê pêşengehê de cih girtine. Cîgirê wezîrê rewşenbîrî yê Îranê jî di vekirina pêşengehê de amade bûye û herweha gelek berpirsên din yên weje û çandî yên Îran û Kurdistanê jî serdana pêşengeha pirtukan dikin. Pêşengeha pirtukan heta 20-ê meha îlonê vekiriye.