Cîhan
Hevdîtinên aşitiyê li Misrê berdewamin
Wezîra derve ya Amerîka Hillary Clinton gihat Misrê. Wek tê zanîn ji berî demekî di çavderiya Amerîkayê de hevdîtin di navbera serokwezîrê Israîl Benjamîn Netayahu û serokê Flistinê Mahmut Abas destpêkirî bû. Herdu berpirs li Amerîka hatibûn ba hev û dest prosesek nû ya aşitiyê kirîbûn.
Ji bo berdewambûna hevdîtina ku li Amerîkayê çêbûyî, îro jî dê her du berpirs cardin di çavderiya wezîra derva ya Amerîka Hillary Clinton de dest hevdîtina bikin. Ji bo pêkanîna hevdîtina Clinton li gel hinek dîplomatên Amerîkî hate Misrê.