Li Amerîkayê wek serokê dewletê Barzanî hat pêşwazî kirin.
Li Amerîkayê wek serokê dewletê Barzanî hat pêşwazî kirin.
Rojnameya Sabah a tirkî di nûçeyeke xwe de behsa serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîkayê dike û dinivîser ku, serok Barzanî li Amerîkayê wek serokê delwtê pêşwazî lê hat kirin û li Qesra Spî weke serok miamile pê re hat kirin:
– Mesûd Barzanî serokê desthilata herêma kurdî, di dema serdana xwe ya bo Amerîkayê de, wek serokê delwtekê miamile pê re hat kirin û weke serokê dewletê ji aliyê serok, cîgirê serok û wezîrên Amerîkayê ve pêşwazî lê hat kirin.
– Vê carê Amerîkayê protokolekî gelek taybet peyrw kir û bi awayekî fermî li Qera Spî pêşwazî li serokê desthilta herêmekê kir.
Rojnameya Sebah a tirkî di berdewamiya nûçeya xwe de dinivîse ku, di dema dîdra navbera serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden de li Qesra Spî bi awayekî neçaverêkirî serok Obama jî beşdarî civînê bû:
– Di dema dîdara navbera Mesûd Barzanî û Joe Buden li Qesra Spî, Obama bi awayekî surprise beşdarî civînê kir û piştî wê dîdarê, Qesra Spî di daxuyaniyeke fermî de îşaret bi wê yekê kir ku Obama û Biden di civîna bi Barzanî re tekîd lis er hindê kirye ku, Amerîha bi wan têkeliyên dîrokî û nêzîk yên digel kurdan hene pabend e. Herwesa Obama û Biden di civînê de gotiye ku divê di çarçoveyê destûra Îraqê de Barzanî di pirosesa siyasiya Îraqê de beşdar be.