Hikûmeta nû bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya
Duhî kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê serokwezîr û tevaya wezîrên kabîneya nû, yekemîn civîna xwe saz kir.
Civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di yekem civîna xwe de biryar da ku di nava 45 rojan de her du wezaretên navxweyî û darayî (finance) ku, her yek ji wan wezaretan weke du wezaretên cuda li Hewlêr û Silêmaniyê karê xwe diker, yekbigirin.
Herwsa di civîna duhî ya kabîneya nû a hikûmeta Kurdistanê de biryar hat da ku, piştî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji serdana xwe ya bo Amerîka û Ewropayê vedigere, li ser yekirin awezareta pêşmege jî kar dest pê bike.
Weke tê zanîn heta nuha her sê wezaratan; wezareta darayî, wezareta navxwe û wezareta pêşmerge li ser bingehê duîdaretiyê karê xwe dikir û her yek ji wan wezaretan weke du wezaretên cihê li Silêmnaiyê û Hewlêrê teserif dikir.