Cîhan

Li Amerîkayê cara ewil girtiyek bi gaza nîtrojenê hat şeniqandin

Kenneth Smith ê ku bi sûcdariya kujeriyê cezayê îdamê lê hatibû birîn, di Mijdara 2022an de bi derziya jehrê hat kujtin, lê înfaz bi ser neket û Smith nemir.

Şeniqandina Kenneth Smith ê 58 salî ku di sala 1988an de li eyaleta Alabama ya Amerîkayê ji ber “kujeriya bi kêrê” cezayê şeniqandinê lê hatibû birîn. Piştî ku kujer Kennet Smith bi derziya jehrê nemir, Dadgeha Bilind biryar da ku wî bi gaza nîtrojenê bikujin ku ev yek di dîroka Amerîkayê de cara yekem pêk tê.

Piştî biryara Dadgeha Bilind, Kennet Smith bi rêya maskeyekê û bi gaza nîtrojenê canê xwe ji dest da.  Waliyê Alabama Kay Ivey di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Smith berî niha gotibû ku ew naxwaze bi derziya jehrê bê îdamkirin û destnîşan kir ku ev rêbaz hatiye bikaranîn û şeniqandina wî di çarçoveya yasayî de hatiye kirin. 

Bikaranîna gaza nîtrojenê li welêt û di awira gelemperî de bû sedema nîqaşên “mafên mirovan”.  Gelek şîrketên Amerîkayê bi hinceta “nîjadperestî” û “biryarên şaş” demek dirêj e malzemeyên ku di îdamê de bên bikaranîn nadin hikûmetên eyaletan.

Back to top button