Cîhan

Li Almanyayê partiya AfD ya rastgir xurt dibe

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) a ku piştî eşkerekirina plana dersînorkirina koçberan ji alî sedhezaran kes ve protesto kirin, roj bi roj  xurt dibe. Partiya rastgir a tund, ku di anketan de derketibû rêza duyemîn, di hilbijartinên dawiya hefteyê de dengên xwe du qat zêde kirin. 

Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) tevî bertekên li dijî planên dersînorkirina biyaniyan, di anketan de bûye partiya duyemîn a Almanyayê. AfD di hilbijartinên dawiya hefteyê yên li eyaleta Berlînê rêjeya dengên xwe du qat zêde kir.

AFD di civînek veşartî de, bi beşdariya hin siyasetmedarên ji Partiya Alternatîf a li dijî koçberan, li seranserê welêt planên dersînorkirina bi milyonan koçber û biyaniyên li welêt kiribû. Piştî ev yek hat eşkere bû, bi sed hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li dijî AFD bûn.

 Li gor van encamên hilbijartinên ku roja Yekşemê li hin deverên Berlînê hatin dubarekirin, tevî hemû xwepêşandanên dijber ên li seranserê welêt, rêjeya dengên AfD li eyaletê ji sedî 5,6 derket ji sedî 12,6, ango du qat zêdetir bû. 

Di anketa ji bo hilbijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) yên ku wê di 6-9ê Hezîranê de bên kirin, derket holê ku AfD di vê hilbijartinê de jî dikare rêjeya dengên xwe du qat bike.

AfD li rojhilatê Almanyayê partiya herî bihêz e Rêjeya dengan a li gelemperiya welêt Alternatîf ji bo Almanyayê, ku di sala 2013an de wek berteka li hember krîza darayî ya li Herêma Euro hat avakirin û piştre gav bi gav ber bi aliyê rastê ve guherî, di Kanûna 2023an de gihişt asta rekorê ya ji sedî 23an.

 Tê payîn ku AfD di hilbijartinên meha Îlonê de li sê eyaletên Almanyayê bibe partiya herî xurt..

Back to top button