Çîya bû ax û wek lehiyê herikî
Li navçeya Îliç a Erzînganê di kana zêr de bi tonan axa siyanûrê bû lehî û herikî. Li gorî tespîtên destpêkê 9 kes di binê axê de mane. Bi 400 kesî xebatên lêgerîn û xilaskirinê hat destpêkirin, li herêmê ji ber bobelata hawirdorê fikar hene.
Li Kana Zêr a ku kompaniya Anagold Madencilik Sanayi ve Ticaret A.Ş. lê kar dike, ji Kanûna 2010ê hirve zêr bi sîanûr û maddeyên kîmyewî hildiberîne.Doh derdora demjimêr 14.30ê de tirseke mezin qewimî. Bi bandora barana ku piştî nîvro dest pê kir, ewil li qada qelebalix (axê ku hatî derêxistî û kom kirin hilweşîya. Paşê, bi milyonan metrekup ax wek çemekî di nav kaniya kanê de herikî.
Ev Kana Zêr meznahiya xwe de di cîhanê de ya sêyemîn e. Devera nêzî Çemê Firatê karker di bin lehiya axê de mane. Gelek jenderme, îtfaiye, AFAD û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Walî Hamza Aydoğdu jî çû herêmê. Aydogdu di îfadeya xwe ya ewil de diyar kir ku li qada madenê hezaz çêbûye, di binê erdê de karker hene û ekîb sewqî herêmê hatine kirin. Şaredarê Erzînganê Bekîr Aksun got ku herî kêm 9 kes di binê axê de mane. Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî jî ragihand ku lêkolîna vê bûyerê hinek rêveberê wezaretê hatinê erkdarkirin. . Li gor pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê îro, sibe û dusibê li Îliçê baran tê texmînkirin.
Her wiha ji ber karesata jîngehê ya li herêmê ji ber bikaranîna madeyên kîmyewî yên wekî sîanûr, asîda sulfurîk û asîda nîtrîk di kanê de, nîgeran in. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ragihand ku ekîbên teftîşê sewqî herêmê hatine kirin û ji bo ku maddeyên ku diherikin negihêjin Firatê qapaxên gola ku Çemê Sabirlî digihêje çemê Feratê hatine girtin.
Erdnas Prof. Dr. Süleyman Pampal wiha got: “Mixabin ev ax e ku ji bo veqetandina zêr tê derêxistin û kom kirin, ji bo derxistina zêr madeyên siyanid ên jehrîn û kîmyewî bikar tînin. Ev cih 700-800 metre dûrî çemê Firatê ye. Têkelbûna wê bi Firatê re tê wateya dawiya hemû jiyanê ye. Divê rê bê girtin ku ev lehî negihe Firatê.”