Li Almanya tirsa terorê
Hinek pêzanîn ketin destê hukumeta Almanî de ku wê dawiya meha 11-ê hinek deverên Almanya çelakiyên terorîstî çêbibin. Li ser vê yekê wezîrê navxwe yê Almanya civînek li Berlînê pêkanî û ev pêzanînên ketîn di destê wan de nirxandin. Li gora vê,rewşa parastinê li firokxane û bingehên tirênan û herweha li deverên ku çûyîn hatin lê hene gelekî tund kirine.
Wezareta navxwe ragihand ku, ew dî van pêzanîna gelekî cidî bigrin û tedbîrên xwe yên pêwîst bistînin. Lê ev nayî wateya ku rewşa xelkê aloz bibe û xelk xwe ji kar û jiyana xwe ya rojane dûr bîxin. Li hinek welatên Ewropî di derbarê çelakiyên terorîstî de ji bo parastinê xwe amade kirine, lê heta çi radeyê dê bikaribin xwe biparêzin cihê pirsiyê. Rewşa parastina li himber çelakiyên terorîstî bivê nevê bandora xwe li jiyana xelkê ya rojane dike.