Li Almanya pêşwaziyekî germ li fîlmeke Kurdî kirin
Fîlma sînemayî ya bi navê “Toren” bi berhemhênan û derhênana sînemakarê Kurd Newzad Şêxanî ye û li yekem nîşandanê de li Senedoma Almanya ku wekî mezintirîn berhemê mirovdost hate pêşwazî kirin û bû bi balkişandina medyaya Kolnê û derhênerê wê fîlmê jî ragihand: Fîlma mina sînemayî dilê amadebûyên sînemayê hejand, bi taybet li rûyê naverok û çîroka xwe ve ku behsa êşên navçeya Şingalê û Pakîze ya Êzîdî dikir.
Newzad Şêxanî di derbarê beşdarbûn û nîşandana fîlma xwe de got: Desteya kargêriya Sînedom ya fîlman, wekî rêzgirtina qurbaniyên Şingalê dest bi yekem nîşandana fîlma Toren li Almanya kir û balkişand li ser wê yekê ku karkirina wan li gel me û derhênerê wê fîlmê destpêkeke xweşik dibê, ji ber ku bi aliyê wan ve ew çîrok, çîrokên zîndîne li vegerana karesat û êşên gelekî.
Her wiha got: Nîşandana berhema min dengvedanekî ber bi çav hebû li nav xelkê wî welatî û medyayê da, me hêviyeke zêde jî bi wê yekê heye ku yek ji festîvalên huneriyên wî welatî bibîn bi xwediyê xelatek.