Polîtîk

Li Almanya daxwaza azadkirina girtiyên siyasiyên tirkiye dikin

Li bajarê Koln ya Almanya hejmarek ji revendên Kurdistanî û welatiyên Almanî li xwepêşandekê da daxwaz kirin ku girtiyên siyasiyên li tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bêne azad kirin.

Beşdarbûyên xwepêşandanê balê dikşînin li ser wê yekê ku hejmareke zêde xelkê tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji ber çalakiyên siyasî bi hêcetên cûr bi cûr ji aliyê hêzên emnî ve hatine destgîrkirin û mafên wan hatiye binpêkirin.

Çalakvan hêvîdarin li rêya van cûre xwepêşandanan guvaşek li ser Hikûmeta Almanya çêbikin ku li rêya dîplomasiyê destêwerdanê li rewşa siyasiya tirkiye bikin.

Back to top button