Civak
Li 10 bajaran 100 kes hatin girtin
Gora ajansên cuda, li deh bajaran di çerçova operasyonên dijê KCK-ê de, 100 kes hatin binçav kirin. Li Enqere nawenda sendikaya KESK-ê, SES û Tum-Bel Sen-ê ji aliyê polisan ve hate dorpêçkirin û lêgerînek berfireh hat pêkanîn. Herweha li Diyarbekir, Mûş, Entab û li Batmanê jî polisan di çerçova operasyona KCK-ê de li ser gelek malan de girt û lêgerîn pêkanî û gelek kes binçav kirin.
Li Wanê jî cîgirê bajarvaniya Wanê Gulbihar Orhan hate binçavkirin û li mala wê legerin hate kirin.Hêja li hinek bajaran operasyon di vê çerçoveyê de berdewam e. Polis li ser biryara dozerê xwedî desthilatdariya taybet li mal û cihên karên kesên pêwendiya wan KCVK-ê ve dibînin lêgerîna dikin.
Rojevakurd