Polîtîk

Leyla Zana dike civîna çapemeniyê lidarbixîne

Bi rojan bû ku, hevdîtina Parlementera Serbixwe a Amedê Leyla Zana û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dihat meraq kirin. Îro hevdîtin pêk hat. Di derbarê hevdîtinê de Serokwezîr Erdogan zêde agahî nedan û tenê got ku, baş derbas bûye. Dûra hat ragihandin ku, Leyla Zana îro, seet di 11.00 an de li meclîsê wê civîneke çapemeniyê pêk bîne. 

Hevdîtina Zana û Erdogan, seet nîvekê dewam kiribû. Niha herkes bi meraq e ku, gelo di hevdîtinê de çi hate gotin û niqaş kirin. Leyla Zana berî hevdîtinê jî gotina xwe dubare kiribû û gotibû ku, baweriya min bi aşîtiyê heye. Teqez rojekê baweriye were ser ev axan.

 

 

Serokwezîr  Erdogan Leyla Zana li Jîngeha Fermî a Serokwezaretiyê qebûl kir. Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay jî cihê xwe girt.  

Back to top button