Semînera li Zanîngeha Çewlikê bi dawî bû.

Semînera Zanîngeha Çewlikê ku ji aliyê fakulteya Îlahiyatê ve hatibû lidarxistin, beşa axaftinan îro (30/6) saet 19.00 bi civîneke nirxanidê bi dawî bû. Sibe jî dê Zanîngeh beşdarên semînerê li deverên kevnare yên Çewlikê bigerîne û saet li dora 17.00 êdî mêvan dê vegerin cihên xwe ku jê hartine.
Di van du rojên axaftinan de, bi giştî 20 civînên cuda bi naverokên cihê çêbûne. Piraniya axaftinên ku di civînan de hatine kirin, bi zimanê tirkî û hinek jî bi yê erebî çêbûne. Devera mixabinîniyê ye bê gotin ku çend rewşenbîrên ku ji Başûrê Kurdistanê hatibûn (ji bil Tehsin Doskî) bi zimanê erebî peyivîne.
Lê civîna ku xwerû bi zimanê kurdî li salon B çêbûye (30 Hezîran 2012), saet di navbera 09.00 û 10.30 de bi serokatiya Dç. Dr. Suheyl Saban domandiye. Kesên ku tê de axaftin kirine û babeta axaftinên wan eve ne li jêrê:
1- Ebdurehman Alkiş: Di medreseyên Kurdan de dersên tesewufê.
2- Tehsin Îbrahîm Doskî: Şêweyên xwendinê medreseyên Kurdistanê.
3- Zeynelabidin Zinar: Di medreseyên Kurdî de giringiya medreseya Axtepeyê.
4- M. Xalid Sadînî: Helbestvan û Dersdarên Hekariyê.
5- Nûredîn Beltekîn: Vera Modernbiyayiş de Medreseyê Rojhilatî.
Rojevakurd / Çewlik (Bîngol)