Polîtîk

Altan Tan: Serhildana 1925 an li dijî Kemalîzmê bû

Di 87. salvegera dardakirina Şêx Saîdê Paloyî û  47 hevlên wî, li Amedê, li Sumer Parqê bibîranînek lidarxistin. Parlementerê Amedê  yê  BDPê Altan Tan, Şaredarê Surê  Abdullah Demirbaş, KCD, BDP, AY-DER, Azadi İnisiyatifi, ÇIRA-DER, DDKD, DEM-DER, DİAY-DER, Dicle Fırat Diyalog Grubu, HAKPAR, İHD, KADEP, Med-Zehra, MEYA-DER, NÛ-BİHAR, OSP, ESP, TDŞK, Ufuk-Der  û bi sedan hemwelatî beşdarî bibîranînê bûn. 

Bibîranîn, bi xwendina Quranê destpêkir. Di bibîranînê de şaredarê Surê Abdullah Demirbaş axaftinek kir û anî ziman ku, têkoşîna ku 1925 an de Şêx Saîd û hevalên wê dikir, niha neviyên wê pêk tînin. Wiha got, “em wek neviyên wî, soz didin ku, ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo azadiya ziman û ola xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftina Demirbaş, Parlementerê Amedê yê BDPê Altan Tan axaftinek kir. Tan îfade kir ku, 87 salin Şêx Saîd  tê niqaşkirin û got, “ku bi peyvekê icab bike bîn ziman, ew serhildana Gelê Kurd a li hemberî dîktatoriya Kemalîzmê ye.” Altan Tan bibîr anî ku, di hatina Tirkan a Anatolyayê heta sala 1923 an, Kurd û Tirkan bi hev re bi biratî jiyane û bi feshkirina meclîsê, di wê rojê de heta niha aşîtî tineye. Tan wiha axaftina xwe domand: Em dîsa bi aşîtiyê re hene, em li ser soza xwe ne. Pekî, ew kesên ku ev desta li hewa hîştine li kuderê ne? em li wan digerin. 87  salin ku li ser Kurdan siyasetek tê meşandin. Em ti cara ji Kurdbûna xwe û ola xwe jênagerin.

Bibîranîn, piştî sînevizyonê, bi xwendina mewlud û îlahiyên meleyan bi dawî bû.  

Back to top button