Polîtîk

Erdogan pêşwaziya Zana kir

Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan îro li avahiya serokwezîriyê d pêşwaziya parlementera Diyarbekirê Leyla Zana kir.

Hevdîtina Erdogan û Zana nêzikî demjimerek û nîv berdewam kir û di hevdîtinê de cigirê serokwezîr û berpirsê pirsa kurd Beşir Atalay jî amade bû.

Piştî hevdîtinê tu konferansên rojnemmevanî pêjknehat û tu daxûyanî nehatin dayin.

Tê zanin ku  daxuyaniya Zana di derbarê Erdogan  de dayî di nava BDP-ê û KCD de bû sedem ku Leyla Zanabi tundî  hate rexne kirin herweha  li gora nûçeya rojnema Tirk Radikalê jî, bi daxuyaniyekî Qendilê nexwestiye Zana Erdoga bibîne. Di vê derbarê de hatiye gotin ku : Divê heviyên vale nedin gel, bi Erdogan tiştek çareser nabê û ew dixwazê xapandinê bike. Nabê kesên welat parêz xwe ji xeta netewî dûr bêxin.

Qendîl bi vê daxuyaniyê bala Leyla Zana kişand. Lê hêdî hêdî dê agahdariyên di hevdîtinê de derkevin hole. Herweha her rêya ku şer ji hole rake û dengê çekan û operasyonan bide sekinandin berjewendiya herkesekî ya civatê û berjewendiya gelên Tirkiye û Kurdistanê de ye.

Back to top button