Cîhan

Amerîka û Rusya li ser Suriye bazarê dikin

Li gora îdiayekî ku di rojnama The Independent de hatiye belavkirin, Welatên ava Amerîka û Ewropa jib o rewşa Suriye li gel Rusya bazariyê dikin. Rojnamevanê  naskirî yê Independent ku di derbarê Rijhilata Navîn de wek pispo tê zanîn dibêje ku Welatên Rojava û Rusya di derbarê rewşa Suriye de bazariyê dikin û li 3 babetan disekinin.

Li gora Rojnamevan Robert Fisk, Rusya jib o bazariyê îstikrarê dixwaze. Fisk dinivîsê ku, wî ev agahdariyên xwe ji hinek serkaniyê xwedî hêz di nav rejima Suriyê de girtine.

Li gora Fisk  wê Esed sê sal din li ser hokum bimîne û hinek guhertinan bike. Li Gora Fisk îdia dike sê babetê kul i ser gotubêj tê kirin evin:

1.    Eger li Suriyê guhertina rejimê pêkwerê Rusya dixwazeku, demanek hebê ji bo baregeha wan ya leşkerî li Suriye li bajarê Tartus wek xwe bimîne.

2.    Ji bo petrola ku ji Rojhilata Navîn derbasê welatên Ewropa bibe, divê xeta boriyên petrolê li Suriyê re derbas bibe û li ser behra spîve bigihe Ewropa. Welatên Rojava bi vê yekê naxwazin Rusyave bêne girêdan.

3.     Ji bo ku Amerîka û Rusya welatên ereban di vê derbarê de qane bikin, wê mafên suneyên li Sudiyê,li IraqêKatar û Libnanê bêxin di bin garantiyekî de.
Ê yekê ve girêdayî wê bandora Îranê li ser Irak û Lubnanê bête naskirin.

Back to top button