Polîtîk

Letîf Reşîd: Sê sal in Iraqê pêngavên baş neavêtine

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd tunebûna yasaya petrol û gazê li Iraqê wek pirsgirêkekê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dibîne û dibêje: “Sê sal in Iraqê pêngavên baş neavêtine û nekariya budceyê bi başî xerc bike.”

Letîf Reşîd li Duhokê di Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir û got: “Ez hêvî dikim ku em ji qonaxên borî ders werbigrin û hemû kêşeyên Iraqê bi diyalog û hevkariyê çareser bikin.”

Reşîd destnîşan kir: “Sê sal in Iraqê pêngavên baş neavêtine û nekariya budceyê bi başî xerc bike, herwiha nekariye ber bi pêş pêngavan biavêje ji bo çareserkirina kêşeyan.”

Serokomarê Iraqê diyar kir, çespandina aramî û asayîşê û cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyan li hemû deverên Iraqê, karê pêşîn ê hikûmeta Iraqê ye.

Herwiha got: “Yek ji xalên girîng ku divê hemû alî ji bo wê hewl bidin, dirustkirina hevbeşiya rasteqîn ji bo çaresekirina wan kêşe û pirsgirêkên ku li Iraqê hene.”

Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, Letîf Reşîd diyar kir: “Eger kêşe hebe di  navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, divê li gor destûrê kêşe werin çareserkirin, tunebûna yasaya petrol û gazê yek ji wan kêşeyan e, em hêvî dikin bilez were kirin, da ku yasaya petrol û gazê li Iraqê hebe.”

Back to top button