Polîtîk

Leşkerên Suriyê xwestin têkevine Amûdê

Leşkerên rejîma Suriyê, îro bi bahaneyeke, “dest dane ser wesaîteke me” xwestin ku têkevine bajarê Amûdê. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a ku bi desteya Bilind a Kurdî ve girêdayiye, hemû rê girtin û nehîştin ku leşkerên Suriyê têkevine Amûdê. Di navbera leşkerên Suriyê û YPGê de ti pevçûn derneketine.

Tê zanîn, di sala 2011 an hema adarê de, ku li Suriyê serhildanan destpêkir, li Kurdistana Rojava Meclîsên Gel hatin avakirin. Saziyên ji bo perwerdehiya ziman zikmakî hatin vekirin. Dîsa komîteyên parastina gel hatin sazkirin.  Di 40 salên dawiyê de, navên gund û bajaran yên ku hatibûn Erebîkirin, hatine guherandin. 

Di navbera 21 û 23ê Tirmehê de jî, Kurdên Rojava dest dane ser rêvebiriya bajarên wek Efrîn, Kobanî, Amûdê, Dêrka Hemko. Di heman demê de ji bo gel bê parastin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 

hatin avakirin. 24ê Tirmehê de jî bi hemû rêxistinên Kurdên Rojava, Desteya Bilind a Kurdî hat avakirin. 

Hêjayê gotinêye, berî Destaya Bilind a Kurdî, Serokê Kurdistana Başûr Mesut Barzanî, ji yekitiya Kurdên Rojava re pêşengî kiribû û hemû nûnerên rêxistinên Rojava, li Hewlêrê anînbûn ba hev û di nav wan de yekitî ava kiribû. Li ser vê peymana yekitiya Kurdên Rojava, Desteya Bilind a Kurdî hate sazkirin. Niha di her beşê de temsîldariya gelê Kurdên Rojava Desteya Blind a Kurdî dike.

 

Back to top button