Polîtîk

Çîçek: Divê PKK çekan deyne û bê şert teslîm bibe

 

Cemîl Çîçek serokê parlamentoya Tirkiyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî li bakûrê Kurdistanê û Turkiyeyê projeyeke 11 xalî pêşkêş dike. Çîçek di projeya xwe de basa pirsgirêkên sereke yên kurd nekiriye û pirsa kurd  li bakûrê Kurdistanê tenê bi giriftên aborî û hejarîyê ve girêdaye. 

Serokê parlamentoya Tirkiyeyê piştî teqîna li Dîlokê ku, tê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û 62ê kes jî birîndar bubûn, projeyek bo çareserkirina pirsa kurd amade kir. 

Çîçek îro li Enqereyê bi rojnamevanan re civiya û projeya xwe ya  ji 11  madeyan pêk tê  ji raya giştî re eşkere kir.

 Li gor PNA,  serokê parlamentoya Tirkiyeyê pirsa kurd bi hejarî û belengaziyê ve  girêdaye û di piroyeê Çîçek de behsa pirsa netewîya  kurda û nasnameya siyasîya kurda nehatiye kirin.

Piraniya xalên wê projeyê bi tenê li ser pêşveçûna aboriya li bajarên kurdan û pêşîlêgirtina hejarîyê ye. Her wiha di hin xalan de dihê gotin divê gerîlayên PKK çekên xwe deyne û bê şert û merc teslîm bibe. Ji bo danîna çekan jî behsa tu gavên siyasî û demokratîk ku ji bo çareseriyê bihên havêtin nînin. Tenê li cihekî dihê gotin ku, ji bo demokratîkbûnê divê makeqanûn (destûr) bi lez û bez bihê amadekirin.

Di wê pirojeyê de  navê PKKê bi tu awayî nehatiye gotin û weke “rêxistina terorê” tê binavkirin. Her wiha bang li hemû sazî û dezgehan tê kirin ku li hemberî şidtê helwesteke hevbeş nîşan bidin. 

 

Back to top button