Fişara bi xelet a li ser Kurdan a Erdogan

Di rojnameya Îngiliz Îndependentê de nûçeyeke analîz hate weşandin. Di nivîsê de, nivîskarê naskirî Patrick Cockburnê ku, bi taybet bi gotarên li ser Rojhilata Navîn dinivîse tê naskirin, di gotara xwe de hikumeta Tirkiyê rexne kir. Tîne ziman ku, hikumeta Tirkiyê, di mijara pirsgirêka Kurd de, şûna tawîzê fişarê tercîh dike.
Patrick Cockburn wiha dibêje, “dibe ku Tirkiye, ji ber midaxele kirina Suriyê rojekê poşman bibe. Tirsa Tirkiyê a rastîn ne perçebûna Suriyeyê ye, Tirkiye ji yekitiya Kurdan ditirse.”
Cockburn diyar dike ku, li Suriyê pevçûnên mezhebî û nijadî ku zêde bibin, di vê rewşê de dibe ku tenê Kurd biserkevin. Cockburn, “dema ku Esed hêzên xwe, ji herêmên li ser sînorê Tirkiyê vekişand, Enqereyê bûyerên ku diqewimin, di nav fikaran de dişopîne.”
Dîsa rojnamevanê rojnameya Îndependentê Patrick Cockburn,li Suriyê, di navbera mezheb û nijadan de pevçûnên muhtemel nîşan dide û di vê mijarê de metirsiyên xwe tîne ziman.