Lêpirsîna dawî: Ji % 54.9 dibêjin erê

Amketa ku herî dawî hatî kirin, bi awayekî rewşa referandumê jî dide xuyakirin. Li gora lêpirsîna dawî hatî kirin  dê referandumê de,ji % 54.9 bêjin erê.

Ev lêpirsîna dawî ji aliyê dezgeha lêkolînê ya Pollmark ve hatiye çêkirin. Nevbera 29-ê tebaxê û 1-êîlonê li 57 bajaran ji 5.483 kesî pirs hatine kirin. Di encamê de ji % 54.9 dibêjin erê, ji % 45.1 jî dibêjin na.

Lê dema pirs ji kesên ku gotîn emê di referandumê de herin ser sendoqan û dengê xwe bidin, encam tê guhertin. Li gora yên ku dengê xwe bidin ji % 56.2 dibêjin erê û ji % 43.8 jî dibêjin na.

Li gora vê lêpirsînê herêmên ku di bin bandore BDP-ê de ne ji xelkê % 70 wê herin ser sendoqan û dengê xwe bidin.

 

Nêrînek

  1. Dema ku war/wusa bû, wê demê ji birêz Osman Baydemir ra oxir be.. Gelê Amedê jî edî bila ji xa (xwe) ra kesin ku ji ergenekonê tev da dûr disekinin, ji wan kesan yekî/e helbijêrin û qedîya.!

Nerîna min :