Cîhan

NY festîvala roja aştiya cîhanî li Hewlêrê saz dike

Ji bo amadekariyên pêkanîna festîvala roja aştiya cîhanî, şandeya ke rêxistina UNAMI ya ser bi Neteweyên Yekgitî (NY) ve bi serokatiya Morîk Hinderson berpirsa ofîsa UNAMI li herêma Kurdistanê, serdana waliyê Hewlêrê kir û ji aliyê Newzad Hadî waliyê Hewlêrê ve hat pêşwazî kiri.

Di dîdarekê de her du aliyan behsa amadekariyên pêkanîna merasimên festîvla roja aştiya cîhanî li Hewlêrê kir.
Festîvala navborî di vanê rojên da tê kirin û ev bûyer dê bibe yekemîn care di dîroka Hewlêrê de ku ji aliyê NY ve festîvala roja aştiya cîhanî li Hewlêra paytexta herêma Kuridtanê bê saz kirin.

berpirsa ofîsa UNAMI li herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku ji aliyê îstîqrar, aramî û amnî ve rewşa herêma Kurdistanê ji bo festîvala roja aştiya cîhanî minasibe û got: Herêma Kurdistanê di qonaxa piştî azadiyê û nemana diktatoriyê û hatina aşitîyê, biratiyê û demokrasiyê di Îraqa nû de mînakeke geşe.”

Back to top button