Kultur

Serokê Kurdistanê Duhokspor pîroz kir

Duhî bi şev, piştî lîstika navbera tîma fûtbola Duhokê û Telebe  li stadiyoma Gel li Bexdayê bi dawaî hatî û tûma fûtbola Duhokê bi serketî û bûye şampihona Îraqê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê telefona Temer Remezan waliyê Duhokê kir û pîrozbahîya serkeftina Duhoksporê lê kir. Serok Barzanî daxaz kir ku Duhokspor serkeftinên mezintir bidest bixe û hertin dilê cemawerê xwe xweş bike.

Weke tê zanîn Temer Remezan waliyê Duhokê bi tîma fûtbola Duhokê re çû bû Bexdayê û di dema lîstikê de ew jî li satdiyomê yê amade bû.

Duh bi şev di lîstika finale de tîma fûtbola Duhokê 1-0 bi ser tîma Telebe ya Îraqê de bi ser ket û bo cara yekê di dîroka Duhokê de Duhokspor bû şampiyona Îraqê.

Back to top button