ETA Agirbest îlan kir
Rêxistina Baskê ya ETA agirbesta xwe îlan kir.ETA bi weşanê videoyê daxuyakirin ku ji bo pêvajoyekî demokratîk amadene.
Li gor nûçeyên rojnameyekê Baskî ya Garayê û videoyekî li BBC yê metnekî bi zimanê Baskî û Îspanyolî hatiye weşandin. Li videoyê mîlîtanên ETA dibêjin ku : Berê ya çend meh ETA biryarekî stend ku êdî çalakiyên bi çek hatiye sekinandin û dixwazin bi rêya demokratîkê bigihîjin armanca xwe.
ETA dixwaze li ser axa bakurê Îspanya û rojavayê başurê Fransayê de dewletek Baskê ya serbixwe damezrînin. ETA ji aliyê Yekitiyê Ewropa û Dewletên Yekbûyî Amerîkayê ve Rêxistinekî Terorist tên binavkirin. Ji ber êrîşên ETA yê ji sala 1960 û vir ve 825 kes jiyana xwe ji dest dan.
Heta niha dewleta Îspanya bersivekî ji bo agirbesta ETA yê neda. ETA ji ber opersayonên Fransa, Îspanya û Portekîzê gelek rêveberên xwe winda kirîbûn.