Piştî tundbûna nakokiyên navbera serokomarê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û lîderê olî Ayetullah Xameneyî, parlamenterên wî welatî xwe ji bo lêpirsîna Ehmedînejad amade dikin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a meclisa Îranê, komîsyona madeya 90 a meclisê, 4 raporên nerazîbûnê li dijî xemsarî û sistiya serokomar Ehmedînejad di destnîşankirina wezîrê spor û ciwanan de û her wiha “gendeliya aborî û qanûnî”a  hikûmetê, pêşkêşî serokatiya meclisê kiriye.

Li gorî nûçeyê, heke ji van 4 raporan 3 bên erêkirin, bi awayekî otomatîk, lêprisîna Ehmedînejad, dikeve rojeva meclisê.

Weke tê zanîn serokomar Ehmedînejad biryara îstifaya wezîrê îstixbaratê (îtilaat) qebûl kiribû, lê ev yek ji aliyê Xameneyî ve hatibû redkirin.

Ji ber vê yekê Ehmedînejad nêzîkî 15 rojan beşdarî di civînên civata wezîran de nekir.

Piştî vê nakokiyê rexne û êrişên alîgirên Xameneyî li dijî Ehemedînejad tundtir bûbûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: