Polîtîk

Hisên: Prosesa çaksaziyê bi hîç awayekî nayê rawestandin.

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerq El-Ewsed de ragehand ku, proseya çaksaziyê ya serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kiriye û bi hîç awayekî nayê rawestandin.

Husên, da zanîn ku niha di destpêka proseyê de ne û got:
– Me destpêkê bi meseleya zevî û bingehên dabeşkirinê, projeyên veberhênanê û zeviyên kiştûkalî dest pê kir. Ew lijneya ku bo wê mebestê hatiye pêkanîn li ser karê xwe berdewam e bo diyarkirina xalên nerast. Herwiha çend lijneyên din ên teknîkî û yasayî jî hene û bi beşdariya wezaretên hikûmetê dê di qonaxên dahatû kar bikin bo şopandin û lêkolînê di hemû dezgahên hikûmetê de, ji bo lêpirsîna yasayî li beramber wan encam bidin, proseyê dest pê kiriye û bi hîç awayekî nayê rawestandin.

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê amade nebû navê hîç berpirsekî bide ku ketibe jêr lêkolînê û wiha axifî:
– Ji ber tohmetbar bê tawan e heta tawanê wî neyê îspatkirin. Di heman demê de ew proseyeke reforman e û bi awayekî yasayî tê cîbicîh kirin ne ku bi şîdet û şoreşgêrane. Armanca wî bernameyê ku serok Barzanî daniye nehiştina gendeliyê ye êdî li her çi cihekî be.. Her wek ji navê wê jî xwiya ye bernameyekî çaksaziyê ye ne cezaker, bi awayekî şoreşgêrî jî nayê cîbicîh kirin, wek hinek kes wiha difikirin.

Husên, bibîrxist ku Barzanî berê çend caran hişyarî daye ku kes hewara xwe negihîne tundûtûjiyê bi mebesta hinek reforman û wiha pêde çû:
– Ew şêwazê han rewşê aloz dike û tu encamek jê dernakeve, lê belê nayê wê wateyê jî ku em çavê xwe ji henek tiştan re bigrin, ji ber di wî bernameyî de pêwistiya me bi hinek neştergeriyên derxistina weremên pîs e ji dezgahên îdarî. Bi hemû awayekî ew pêngav di çarçoveya wî bernameyê çaksazî û çarçoveya xwe ya yasayî de tên avêtin. Wate dadgeh aliyê yasayî digre dest.

Navbirî herwiha eşkere kir ku bi sedan dosya niha hatine ber destê serokê  Kurdistanê û wiha dirêjî bi axaftina xwe da:
– Ji aliyê lijneyên yasayî yên serokatiyê ve lêkolîn li ser wan dosyayan tên kirin, piştre bo serok Barzanî tên pêşkêş kirin, piştre bo dadgehê tên şandin, wê demê jî lêpirsînên yasayî bi mebesta lêkolînan ligel berpirsan, girtina wan an jî her lêpirsîneke yasayî dikeve destê desthilata dadwerî û tu peywendiya me pêve namîne, ji xeynî hinek lêpirsînên îdarî ku di çarçoveya desthilatên serok de ne.

Rojnameya Şerq El-Ewsed wiha dinivîse:
– Ew axaftin û yasayên niha hene yên derbarê lêpirsîna ligel berpirsên bilind ên hikûmetê de, baweriyeke zêdetir dide proseya çaksaziyê ya Barzanî, bi taybetî ku ew daxwaz di projeya opozîsyona kurdî de jî nehatine, ew jî ku ji aliyê xwe ve projeya çaksaziyê pêşkêş kiriye, ji partiya xwe dest pê kir, di heman demê de ji bazinê gelekî nêzîkî xwe ve, bi taybetî ku hinek agahî behsa wê yekê dikin, ku dest daniye ser projeyeke xanî û zeviyan a yekî ji kurê xwe û kiriye projeyeke berjewendiyên giştî, bi vêna jî cidîyeta xwe li ser encamdana çaksaziyê ya cidî li ser astê hemû herêma Kurdistanê nîşan dide.

Fuad Husên, di berdewamiya axaftinên xwe de bo rojnameyê wiha dibêje:
– Kurdistan ber bi guherankariyên mezin gavan diavêje, ew prose destpêkirina qonaxeke nû ye di bingehdanîna devera me de, pêwistiya me û serok jî bi piştîvaniya cemawer e, pêwistiya wî bernameyî bi mekanîzma cîbicîhkirinê heye, ji ber hemû aliyek azarê ji bandorên xirab ên gendeliyê dikşînin, ji bo hemû aliyek jî hest bi encamên wî bernameyê reforman bike, divê hemû aliyek têde beşdar bibin, di çarçoveya nîşandana piştîvaniyê bo arasteyên serok Barzanî û kombûn li derdora bernameyê çaksaziyê de.(Rûdaw)

Back to top button