Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, nuha herêma Kurdistanê 170 hezar bermîlên neftê di rojekê de bo derve dişîne.

Hewramî got: ”Nuha herêma Kurdistanê 170 hezar bermîlên neftê di rojekê de difroşe û tê çaverêkirin ku heta dawiya îsal herêma Kurdistanê 200 hezar bermîlên neftê di rojekê de bo derve bişîne.”

Li dor projeyê Nabucco jî wezîrê derametên xwezayî got: ”Nabucco projeyekî nevdewletê mezine û nuha di qonaxa cêbicêkirinê deye û dê çend salan dom bike heta timam bibe. Pêwîst nake di nav Îraqê de, bi taybetî ji aliyê hindek berprisên bexdayê ve daxuyaniya li ser projeyê Nabucco bidin û bêjin; herêma Kurdistanê nikare beşdariyê di wî projeyî de bike.  Nuha em li Îraqê mijûlî çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên di warê gaz û patroklê de ne.”

Hewramî behsa projeyê Patrodolar jî kir û got ku, ew projeye bo hemû Îraqê ye digel her sê wîlayetên herêma Kurdistanê jî, û hemû hevwelatiyên Îraqê digire nav xwe.

Li gor projeyê Patrodolar, ew devera patrolê lê tê firotên serê her bermîleyekê yek dolar bo xelkê wê deverê ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: