Şeş eşîrên ereban li Qamişlo gefan li kurdan dikin
Şeş eşîrên ereban li bajarê Qamişlo di daxuyaniyekê de gefan li kurdan dikin û daxwazê ji wan dikin ku êdî di meşan de slogana “birûxe rejîm” nebêjin. Serokeşîr û siyasetmedarên kurd jî vê yekê weke hewleke bê encam didin zanîn.
Her ku diçe zextên navnetewî li ser Sûriyê zêde dibin, hejmara koçberên Sûriyê jî di zêdebûnê de ye. Wisa dixuyê ku di destê Sûriyê de ti çek nemaye ku vê rewşa aloz rast bike, loma niha dixwaze sûdê ji pêkhata pir netewî û mezhebî ya wî welatî bigre ji bo çêkirina şerekî navxweyî. Bi baweriya çavdêrên siyasî belavkirina daxuyaniya eşîrên Gî, Hirbe, Idwan, Neîm, Mexmurî û Cibûr di şevên 12 û 13 vê mehê de li Qamişlo ku tê de gefan li kurdan dikin ku êdî di meşan de slogana “birûxe rejîm” nêbêjin, pengaveke ji vê hewldana rejîma Başar Esad.
Mistefa Osê yê serokê rêxistiya kurdî ya ji bo parastina mafên mirovan û azadiyên giştî (DAD) di wê baweriyê de ye ku ev karta Sûriyê ya dawiyê ye ji bo rizgarbûna ji şertûmercên tevlihevbûyî û dibeje “lê gelekî zehmet e ew hewldan serbikeve, ji ber ku roja îna 17ê hezîrana 2011ê berevajî înên borî, hejmareke zêde ya xortên ereb tevlî xortên kurd û aşûriyan bûn û slogana “birûxe rejîm“ gotin.” Herwiha peyvdarê Hevgirtina Xortên Sewa, Ciwan Yusif bo Rûdaw dibêje “slogana ’birûxe riejîm’ slogana hemû Sûriyê ye û em ji vegotina wê sloganê paşde nayên.”
Sûriye ji mêj de dixwaze derzeke kûr bixe nava herdu neteweyên kurd û ereb û wê jî weke rejîma jinavçûyî ya Îraqa Saddam Husên, dest avêtiye prosesa erebkirina bajarên kurdan. Ji encama siyaseta erebkirinê demografiya parêzgeha Hesekê pir hatiye guhertin. Li gor raporeke fransiyan ya sala 1935ê ya ji bo Koma Netewan, rêjeya rûniştvanên Kurd li Cizîrê (Parêzgehên Reqqe, Dêrezûr û Heseke) ji sedî 52 bû, ereb 26 û xiristiyan jî ji sedî 7 bûn. Tê texmîn kirin ku di wê demê de rêjeya kurdan li parêzgeha Hesekê ji sedî 90 be, ji ber ku hejmara kurdan li parêzgehên Reqqe û Dêrezûr gelekî kêm bû. Li gor wê raporê rêjeya ereban li Heseke ji sedî 3 bû.
Lê piştî salên 1962yê bi biryareke serokatiyê, nasname û regeznameya Sûrî ji bi sedhezaran kurdan hat standin, armanca wê kampanyayê jî ew bû ku hejmara kurdan kêm bibe û kurd neçar bimînin ji wî welatî derkevin. Dewleta Sûriyê herwiha destê xwe jî danî ser zeviyên kurdan û dane wan erebên ku anîbûn wê deverê bicih kiribûn. Paşê bi navê “Kembera Erebî“ destê xwe danî ser erdekî zêde bi dirêjahiya 275 km û firehiya 10-20 km û bi vê yekê jî 335 gundên kurdan ku di her gundekî de bêtirî 250 malbat tê de bûn, hatin terikandin.
Li derdora Hesekê 42 gundên ereban hene
Ji encama erebkirina navçeya Hesekê heta sala 1975ê bêtirî 4100 malbatên ereb li wê navçeyê hatin bi cih kirin û 720 donim erdê çandiniyê bi ser wan de hat dabeşkirin. Herwiha cihê ji dayikbûna wan jî ji bajarê Reqqe û derdora Heleb veguhestin Hesekê. Îro li derdora Hesekê 42 gundên ereban hene.
Çalakvanê kurd Xemgîn Dêrik di nivîsekê de ku di sala 2005ê de di kovara “El-Hîwar El-Mutemedin“ ya elektronî de hatiye belavkirin, dibêje îro rêjeya ereban li Heseke bêtirî ji sedî 30. Ji bilî vê yekê dewleta Sûrîyê ji bo astengkirina her serhildaneke kurdî li wan navçeyan desthilatên zêde dane wan ereban û çek jî dane wan. Di serhildana adara 2004ê de li Qamişloyê van eşîrên ereban ji bo serkutkirina wê serhildana gelê kurd roleke sereke lîstin.
Hesen Salihê endamê polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê, bawer nake ku wan eşîrên ereban ew daxuyanî belavkiribin û bo Rûdawê got “dibe ku bi navê wan hatibe belavkirin, ji bo ku tovê duberekiyê biçînin. Xortên ereb jî mil bi milê kurdan di rojên înê de slogana “birûxe rejîm“ dibêjin.” Lê wî siyasetmedarê kurd ew yek neveşart ku hin serokeşîrên ereban naxwazin rejîm birûxe “ji ber ku sûd jê dîtine, bi taybetî jî kesekî weke serokê eşîreta “Gî“ Mihemed Faris ku weke Baasiyekî pile yekem li Qamişlo tê dîtin.”
Partiyên kurdan wê ligel eşîrên ereb rûnin
Mistefa Usê jî înkara wê rastiyê nake ku serokên eşîran desthilatên wan ên zêde hene û rûxandina rejîmê wê zirarê bide wan. Lê ew di wê baweriyê de ye ku “serokên eşîretên ereban di vê qonaxê de nikarin nûnertiya eşîrên xwe bikin, lê ew bêtir nûnertiya xwe dikin.”
Piştî wê daxuyaniyê behsa wê yekê tê kirin ku partiyên kurdî digel wan eşîretan bicivin û hewla nêhêlana gumanan bidin. Mistefa Usê di wê barêyê de dibêje “civîn û gotûbêj wê bên kirin, lê hêşta dema wê ne diyar e.”
Endamê berê yê parlementoya Sûriyê û serokê eşîreta Koçerên Mîran li navçeya Dêrikê, Semîr Deham, derbarê îhtîmala çêbûna pêkdadana êşîrtî li Sûriyê bo Rûdaw got “ez weke serok eşîr û bi xwesteka xwe ez berdewam gotûbêjan digel eşîrên ereban pêk tînim û em rê nadin nexweşiyek çêbibe ku em piştre jê poşman bibin.”