Polîtîk

Hatip Dicle dê dîsa bikeve Parlementoyê

Rojnamevanê Kurd Mîrhac Mistefa li bernameya Sarêj a radyoya Dengê Kurdistanê de pêvajoya Tirkiyê ya piştî hilbijartinan û rewşa endam Parlemena Tirkiyê Hatîp Dîcle nirxand û got ez bawerim dê demeke nêzîk de dîsa Hatîp Dîcle posta endam Parlemeniya xwe ya Tirkiyê wergire.

Îro 26.06.2011 li demjimêr 10:30 an bernameya Sarêj a Radyoya Dengê Kurdistanê de, rojnamevanê Kurd Mîrhac Mistefa pêvajoya Tirkiye û rewşa çareserkirina pirsa Kurd a li Tirkiyê nirxand. Mistefa balkişand li ser wê yekê ku îro li Tirkiyê şerê siyasî  ya çareserkirina pirsa Kurd di navbera sê aliyan de didome. 1- Aliyek Kurd an ku partiyên Eniya Ked, Aştî û Demokrasiyê, 2- Aliyeke din jî Hikûmeta Tirkiyê an ku Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) û 3- Aliyeke din jî hêzên veşartiyên ku naxwazin pirsa Kurd bi aştiyane li Tirkiyê çareser bibe û berjewendiya wan li vî şerî de heye. 

Berdewamiya axaftina xwe de rojnamevan Mistefa got: Raste ku Bdp îro bi awayeke eşkere berpirsê serekiyê tawanbarê rewşa Hatîp Dîcle Partiya AKP dibîne. Lê ez vê yekê wisa nabînim. Ji ber ku AKP neçar maye pirsa Kurd li Tirkiyê bi awayeke aştiyane çareser bike û ew jî baş dizane ku çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê divê bi alikariya BDP bibe. Her wiha ji bo guhertina destûrê jî AKP pêwîstî bi endam Parlemenên BDP heye, ji ber ku ew bi serê xwe nikare vê destûra nû çêbike.

Her wiha eger li gel CHP û MHP jî çêbike dîsa jî nikare di destûrê de daxwazên Kurda bi cîh bîne û pirsa Kurd çareser bike. Ji bo van sedeman jî AKP hinek sînyalên hevdîtin û guftûgoyê ya li gel BDP da lê mixabin berdewamiya wê nehat. Beranberî wê ew hêza veşartiya ku naxwazin pirsa Kurd bi aştiyane çareser bibe vê astengiya li ber Hatîp Dîcle derxistin pêş ku pêwendiya BDP û AKP aloz bikin û dîsa şer derxin. Ji xwe ev lîstok dûbareya wê lîstoka 7 berbijêrê BDP yê berî hilbijartinê ye ku di serî de nerazîbûna gelê Kurd û raya giştiya Tirkiyê Rêxistina Bilinda Hilbijartinan (YSK) biryara xwe paşve vekişand û berbijêriya wan pejirand.   

Li beşeke dinê bernameyê de Mîrhac Mistefa got: Eger BDP li nav Parlemena Tirkiyê de tûnebe, Tirkiye nikare pengavên demokratîk bavêje û li cîhanê de behsa demokrasiyê bike. Hebûna BDP ya li nav Parlementoya Tirkiyê de jî Kurdan bêhtir li berjewendiya Tirkiyê deye. Divê neyê jî bîr kirin ku destpêkirina şer têkçûna AKP ye û dîsa hatina desthilata hêzên şerxwazane. Ji bo wê yekê jî ez bawerim di demeke nêzîk de ev lîstoka dûbareya YSK dê dîsa bi dûbare paşvekişandina bi biryara xwe bi dawî bibe û dê dîsa Hatîp Dîcle bibe endamê Parlemenê Tirkiyê. Helbet beranberî vê biryarê de divê Kurd nerazîbûna xwe bi awayeke aştiyane û bêyî tûndûtijiyê nîşan bidin. Ji xwe ew mafdarin û pêwîst nake bi şer û pevçûnan doza Kurd vekişînin li ser aliyeke din û destê şerxwaz û xêrnaxwazan xurt bikin…

 

 

Back to top button