Ev çiye?

Di van hilbijartinan de dengek cuda derket. Piraniya medya kurdî qet cih neda vî dengî. Heta wek nûçe jî nehat belavkirin. Gelo ev deng çi bo?  Armanca  wan çibû? qet nehat nirxandin. Di hilbijartinan de ji bilî bloka Ked û Azadiyê, li gelek deverên Kurdistanê û hinek bajarên Tirkiye, hinek ji kurdan çelakiyek din kirin û deng nedan Blok a Ked û Azadiyê.

Deng nedan kesekî,  yan jî tu partiyan. Kesek ji bo çûyina parlementoyê ji bo wan ne berendam bû. Li ser pêkanîna Bloka Ked û Azadiyê gelek nirxandin hatin kirin. Lê piraniya xelkê bi navê yekitiyê bi hisek xwe parastinê di bin bandora BDP-ê de bê qeyd û şert bûn yek. Hinek ji wan gihatin armanca xwe û wek parlementer hatin hilbijartin.

Lê ev dengê cuda alozbê jî ji bo çi derket? Di dema hilbijartinan de li Diyarbekirê civînek gelek balkêş û bi naverok çêbû. Di vê civînê de Ala Kurdistanê hebû. Di civînê de gotin ku,Kemalist dixwazin Lozana duyem pêkbînin. Em Lozanek din naxwazin. Helwesta xwe ji bo hilbijartinan jî gelek eşkere anîn ziman.

Di hilbijartina de hinek ji kurdan  deng dan, lê deng nedan kesekî. Muhra ERÊ li Ala Kurdistanê dan û ew Al avêtin sendoqên dengdanê. Dema li hinek deveran sendoq vebûn, gelek karmendên li ser sendoqan acêb mayî man. Ev çiye û ev kîne?

Niha ew kîbin, ne gelekî girîng e. Lê helwesta wan ji aliyê xwedî derketina nirxên netewî ve girîng e. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê kurd hînê Ala Kurdistanê nebûne. Bi awayek din ,di  xwepêşandanan de, Newrozan de û piraniya çelakiyên ji aliyê PKK-BDP-ê ve têne kirin Ala Kurdistanê tuneye.

Dema pîrozbahiya encama hilbijartina li Diyarbekirê bi girsehî hatî kirin gencek Ala Kurdistanê rakirîbû. Ev weneyek gelek balkêş bû. Di nûçeyan de hat gotin ku“ Amêd Fêrî Ala Kurdistanê Dibe“ rastî rakirina wê alê cihê dilxweşiyê bû. Lê mixabin ew Al jî ne rast bû. Ji ber ku rengê sor binî û kesk li jor bû. Lê bila cardin bi armanca Ala Kurdistanê hatibû hildan.

Di vê dema ku rojeva siyasî gelek germ û bi dehan pirsên rojane heyîn behs kirina , helwestek cuda belkî ne gelek di cih de bê. Lê ev helwest dikare bibe sedem ku,  hêdî kurd bi kuleka xwe re ya netweyî re li pirsa binêrin.

Dema berjewendiyên netewî pîvan be û mirov li kuleka xwe re li pirsgirêka binirxîne gelek tişt jî tên guhertin.

 

26.06.2011

Dara Bilek

Nêrînek

  1. “..Di van hilbijartinan de dengek cuda derket..”\r\n\r\nçi karekî xa$, çi karekî Kurdewar..\r\nMala wan ava be ku, dengê Kurd û Kurdistanîyan di helbijartinan da jî ragîhandin e..

Nerîna min :