Bazirganiya Kurdistan û Brîtanya

Şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê ya bazirganî serdana Brîtaniyayê dike

   
       
Şandeyeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Sînan Çelebî wezîrê bazirganî û pîşesaziyê û Semîr Ebdula wezîrê şaredarî û tûrîzmê digel hijmareke nûnerên kompaniyên herêma Kurdistanê serdana Brîtaniyayê dikin.

Armanc ji serdana vê şandeyê bo Brêtaniyayê, teşwîqkirina şîrket û kompaniyên brîtaniye ku qesta herêma Kurdistanê bikin û li wêr sermayeyê xwe bi razînin, herwesa zelalkirina rewşa siyasî û emnî ya herêma Kurdistanê weke herêmeke aram û bi îstîqrar li Îraqê ye.

Şandeya herêma Kurdistanê dê roja 27ê vê mehê beşdariyê di foruma beznesa Kurdistanê ku ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê y ali Brîtaniyayê û saziya ivestkariyê ya ser bi wezareta karûbarên derve ya brîtanîve hatiye organîzekirin. bike.

Li dor vê serdana bo Brîtaniyayê, Semîr Ebdula wezîrê şaredarî ş tûrîzmê yê hikûmeta herêma Kurdistanê got:
– Herêma Kurdistanê weke rûyekê din yê Îraqê aram û bi îstîqrar e, ji mêje li herêma Kurdistanê, ji bona dabînkirina azadiyê, asayîş û geşepêdana abûriyê, sîstema demokrastîk û bazarê azad tê peyrew kirin. ji bona bidestvanîna vê armancê jî, dubare binyatdanana herêma Kurdistanê pêwîstî bi çaksazî û mekanîzmeke navxweyî heye, lê di heman demê de pêwîstiya me bi berhênan û şarezayîya derve jî heye.

Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Brîtaniyayê got:
– Em kêfxweş in ku wezîrên hikûmeta Kurdistanê, karbidest û nûnerên sektora pîşesazîyê serdana Brîtaniyayê dikin. Ev serdan dê envamên konferensa parsal bihêztir bike. Herwesa dê dostanî û bazirganiya navbera Kurdistan û Brîtaniyayê berdewam bike.
Ji bilî beşdarîkirinê di foruma Londonê de, herwesa şandeya herêma Kurdistanê dê digel grupa parlamenterên dostên kurd ku ji hemû partiyan pêk tê û digel rayedarên hikûmeta birîtanî jî bicivin.

herwesa şandeya bazirganiya herêma Kurdistanê dê serdana Skotlan û Îrlandayê jî bikin û dê digel berprisên wan welatan jî, ji bona pêşxistina bizava bazirganî bicivin.

Nerîna min :