Civak

Lêkolînên teqîna Hewlêr ber bi dawiyê ve diçe

Li gora nûçeya Rudaw, Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê îro (08.10.2013) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, lêkolînên derbarê teqîn û êrişên roja 29ê îlona 2013 yên li ber avahiya asayişa Hewlêrê pêk hatin, ber bi dawiyê ve diçin û “encamên baş” bidest ketine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku teqîn û êrişên Hewlêrê ji aliyê rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ve pêk hatine û heta niha hinek kes jî ji ber wan bûyeran hatine girtin û hemûyan jî li sûcên xwe mukir hatine.

Li gorî daxuyaniyê, lêkolîn û lêpirsîn li ser wan tohmetbaran didome û dê “di demek nêzîk” de agahiyên zêdetir li ser teqîn û êrişên Hewlêrê ji raya giştî re werin eşkerekirin.

Di daxuyaniya encumenê de hatiye ziman ku di teqînên Hewlêrê de 7 karmendên asayişê jiyana xwe ji dest dane û 72 kes jî birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em hemû welatiyên ezîz piştrast dikin ku emê bi hemû hêza xwe li dijî terorîstan bisekinin û bi alîkariya xudê û we, Herêma Kurdistanê dê mîna hercar aram bimîne.”

Back to top button