Lehengê Kurd M.M. Barzanî

Nûrî Çelîk
Gorbihuşt M. M. Barzanî yek ji lehengên dîrok û şoreşa milletê Kurd e. Ked û tekoşîna wî di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin, ne tê jibîrkirin, ne jî wê bê jibîrkirin. Barzanî bi tekoşîn û Kurdewarîya xwe ji temamê Kurdan re bû nîşan û îlhama tekoşîn û berxwedanê û hemû jîyana xwe di ber doza Kurd û Kurdistanê de terxan kir. Hem li Kurdistanê û hem li seranserê cîhanê bû sembola danasîn û berxwedana milletê Kurd.
Barzanî, di 14ê adara sala 1903an de li gundê Barzan ji dayik bûy. Di 1905an de bi dayika xwe re ji aliyê Osmaniyan ve hat zîndankirin.
Barzanî di 1931ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş. Li gel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî, di rêberiya şoreşa Kurdî de, li dijî rejîma padîşahê Îraqê ji bo bidestxistina mafên milletê Kurd beşdarî şoreşê bû.
Barzanî li hemberî dijmin şer bilind kir. Piştî 1945an, çû Mehabadê û beşdarî damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê bû û wek wezîrê cengê hat destnîşankirin.
Bi ketina Komara Mehabadê derbasî Sovyetê bû. Mistefa Barzanî, di sala 1958an de vegeriya Başûrê Kurdistanê. Di sala 1961ê de heta xudmuxtariya 1970yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.
Di 1975an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd a li wir têk çû.
Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê bû û li wir di 1ê adara sala 1979an de çû rehmetê.
Mela Mistefa Barzanî li Barzan hat veşartin.
Bila rehma xwedê li vî serokê mezin be, ciyê wî bihuşta rengîn be.