Polîtîk
Lavrov û Barzanî rewşa Sûriye nirxandin
Îro li çarçêweya Kongreya Aboriya Navdewletiya Saint Petersburg ya li Rûsyayê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derveyê Rûsyayê rewşa Suriyê nirxandin.
Her dû aliyan di vê hevdîtinê de rewşa li Sûriyê û pêvajoya ji bo amadekirina konferansa navnetewiya çareseriya qeyrana Sûriyê guftûgo kirin.
Wekî ku di ragihandina Wezareta Karê Derveyê Rûsyayê de hatiye destnîşankirin, di vê hevdîtinê de pirsên girêdayî bi cîh bi cîh kirina rêkeftinan, ku di dema serdana Barzanî ya Moskowayê di meha şibatê de hatibûn îmzakirin hate guftûgokirin.
Armanca van rêkeftinan ewe, ku danûstandinên aborî û vebêrhênerî di navbera Kurdistanê wekî beşek ji Îraqê û Rûsyayê de pêşvebibin.