Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin

Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî û birayên wî Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ragihand ku, Lahûr Şêx Cengî û birayên wî Polat Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî b şerê di Silêmaniyê de hatin desteserkirin. Dibêjin ku, Polad Şêx Cengî bi birîndarî hatiye girtin.
Di nava hêzên ewlehiya Silêmanî û Cengiyan de zêdeyî 4 demjimêra şerekî berdewam kir û di encam de, ew hatin desteserkirin. Dadgehek li Silêmaniyê biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî dabû..
Hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê avahiya Lalezarê ku baregeha Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ye dorpêç kirin û daxwaz kirin ku ew teslim bibe,lê wî ev yek red kir..Piştî vê jî di navbera wan de şer destpêkir. Li gorî agahiyan gelek kes di vî şerîde birindar bûne. Lê heja zelalîya bûyerê û encamên şer bi temamî nehatiye zelelkirin.


