Çapemeniya Silêmaniyê daye xûyakirin kur, Lahor Cengî hewl daye bi rêya hêzê ve dest dayne li ser bingehê polîtburoya YNKê, lê Bafil Talebanî rê li wî girtiye.
Li gor raporta malperekî Silêmaniyê ku bi zimanê berpirsên YNKê ve belav kiriye, sedemê wê tevgera hêz a çend roje li ser rêyên Silêmaniyê ku zêde bûye, ji ber ku ‘’Lahor Cengî xwestiye binkeyê polîtburoya YNKê kontrol bike û li wê derê rûnê ye.’’
Heman çavkaniyê ji Direw medya re ragehandiye ku ‘’Bafil Talabanî zû bi tevgera wî têgeheştiye û hêz biriye û li polîtburoya YNKê bicîh kiriye.’’
Ew plana Lahor Cengî li du şevên borî de hewla cîhbicîh kirinê daye û piştî ji nav YNKê hat derkirin, bi armanca careke din rewabûnê bidest bixe xwestiye wisa bike.
Li hember ê duh lijneya ewlehiya Silêmaniyê dawî anîna yekcarî bo diyardeya çekdarî û derveyî yasayê çek helgirtinê da û îro jî helmetekî berfireh di vê çarçoveyê de destpê kir û dibe ku armanca wê biryarê jî bêçek kirina taxima Lahor Cengî be.