Kurtulmuş: “Daxuyaniya Îmraliyê girînge..
Numan Kurtulmuş der barê “pêvajoyê” de jî wiha got: “Hêvîdarim ku di demek herî kin de ji Îmraliyê daxuyanîyek bê ku bêje teror bi dawî bûye. Yên mayî jî dê pir zû werin pêkanîn. Mifteya ji holê rakirina vê pirsgirêkê ev e; “Pêşniyarkirina çareseriyên ku rûmeta kurdan û serbilindiya tirkan biparêze.”
“Tirk dibêjin, “Bazarek veşartî tê kirin, tiştek tê girtin, tiştek tê dayîn. Divê ew di gumanê de nebin ku li vir hin tişt hene ku em fêm nakin.
Serokê Parlementoya Tirkiye Numan Kurtulmuş piştî ku ji serdana xwe ya Japonyayê vegeriya di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Kurtulmuş li ser pirsa hun çi hêviya jibanga Ocaln dikin got:
“Ez hêvî dikim ku di zûtirîn dem de ji Îmraliyê daxuyanî bê dayîn û bê ragihandin ku dawî li terorê hatiye”
“Ez dixwazim bibêjim ku pêvajo bi daxuyaniyên birêz Devlet Bahçelî û îradeya Serokomarê me dest pê kir û bi awayekî pir zelal tê meşandin. Girîng e Partiya DEM’ê derbarê nîqaşan de partiyên li Parlamentoyê agahdar bike. Her wiha divê saziyên dewletê yên pêwendîdar heta detayên herî biçûk pêvajoyê bişopînin.
Hêvîdarim ku di demek herî kin de ji Îmraliyê daxuyaniyek were û tê de bêje ku teror bi dawî bûye û dema Tirkiyeya bê teror dest pê kiriye. Li şûna ku ez li ser tarîxan bisekinim, ez difikirim ku divê ev kar bi hişkî û bêyî windakirina wextê zêde were qedandin.”
“Nêrînên me yên siyasî çiqas ji hev cuda bin jî, ez di wê baweriyê de me ku divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoya bidawîkirina terorê.
Helbet ji bo pêvajo bi başî bimeşe gava ewil ew e ku daxuyaniya çaverêkirî ya ji Îmraliyê bê û bi awayekî mayînde teror ji rojeva Tirkiyê bê derxistin. Weke welatiyên Komara Tirkiyeyê em hemû pêşeroja xwe diparêzin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev gotin pir girîng e. Ya mayî bi her awayî dê pir zû were.”
Kurtulmuş berdewamiya daxûyaniya xwe de got: “Em hemû zarokên şaristaniyeke hevpar in, zarokên heman welat in, mirovên di bin heman alê de dijîn. Mijara me ya sereke ew e ku em li Tirkiyê yekîtî û hevgirtinê pêk bînin û di van şert û mercên herêmê de eniya navxweyî ya Tirkiyê xurtir bikin.
Weke Serokê parlementoyê daxwaza min bi taybetî ji siyasetmedarên me ev e. Divê her kes sed carî bifikire û paşê biaxive. Axaftin hêsan e. Zehmet e ku meriv peyvên ku ji devê we derketine paşde vegerîne. Ya girîng ew e ku meriv karekî baş bike. Armanca me ew e ku em pirsgirêka terorê ya ku bi dehan sal in li Tirkiyeyê berdewam dike bi dawî bikin û di dema pêş de ji bo ciwan, neviyên xwe û nifşên pêşerojê Tirkiyeyeke rehet bihêlin. Divê êdî meseleya bi navê terorê li Tirkiyeyê tune be.”