Ekrem Îmamoglû bi fermî dibe namzetê serokomariyê yê CHPê.!
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi rêya parêzerê xwe serlêdana xwe ya ji bo hilbijartina pêşwext a ku dê namzetê Serokomariyê yê CHPê diyar bibe kir. Belge pêşkêşî Alîkara Serokê Giştî yê CHPê Gul Çîftçî kirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji bo diyarkirina namzetê serokomariyê yê CHPê serlêdana xwe ya fermî ya ji bo hilbijartina pêşwext kir.
Îmamoglu îro bi rêya parêzer Mehmet Pehlîvan serî li Navenda Giştî ya CHPê da.
Îmamoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdyoya îmzekirina forma serîlêdanê parve kir û wiha got: “Îro bi avêtina gava yekem a destpêkeke nû, min bi fermî serlêdan kir ku bibe Namzetê Serokomariyê yê Partiya Komarî ya Gel(CHP). “Em bi gelê xwe yê ku hêjayî jiyana însanî ye û hesreta azadî, edalet, bextewarî û yekîtiyê ye, dest bi yekbûnê dikin.