Nivîsar

Kursiyê Talebanî dê ji bo kê be

Her dema behsa li darxistina kongereya çarê ya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê YNKê tê kirin, nakokiyên navbera bask û gropên nava YNKê kûr û dijwar dibin û şerê li ser wergirtina kursiyê Celal Talebanî germ dibe.

Celal Talebanî ji roja damezirandina YNKê, anku ji sala 1975ê heta koça dawî kirî di Çirya Yekem sala 2017ê de, ew sekreterê giştyê yê YNKê bû.

Piştî Celal Talebanî koça dawî kirî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed weke kesa yekem nav YNKê de derket û çend endamên mekteba siyasî li pişt wê bûn, wê destê xwe danî ser hemû ekonomiya YNKê û hemû desthilat êxistin destê xwe.

Niha Hêro nexweş ketiye û jiber rewşa wê ya saxlemiyê nikara rola xwe bibîne. Kosret Resûl jî, herçend di nava meydana siyasî jî de ye û cîgirê yekem yê sekreterê YNKê ye jî, lê nikare weke kesê yekem yê nav YNKê rola xwe bibîne û rewşa wî ya saxlemiyê dest nade.

YNK ji sala 1975ê heta niha bi tenê sê kongere kirine û sala 2012 ê biryar da ku kongereya xwe ya çarê bike lê jiber nakokiyên siyasî heta roja îro nekarye kongreya çarê amade bike.

Çend roj berê mekteba siyasî ya YNKê biryar da piştî avakirina kabîneya nû ya hikumeta Kurdistanê, kongreya xwe ya çarê bike û careke din şer di navbera bask û gropên wê partiyê de germ bûye.

Her ji niha malbata Talebanî xwe ji bo wergirtina kursiyê sekreterê giştî yê YNKê amade dikin, kurên Celal Talebanî, Qubad û Bavil û zirr brazîyên Celal Talebanî, Lahor û Aras Şêx Cengî li ser kursiyê Talebanî şer dikin.

Piştî nemana Celal Talebanî, rewşa nav YNKê gelek têk çû û li ber hilweşiyanê bû, lê PDKê milên xwe dane ber û nehêla YNK hilweşe bi hêceta ku ne di berjewendiya Kurdistanê de ye, gelek siyasetmedar vê helwesta PDKê bi awayên cuda rexne dikin û piranî jî bi helwestek şaş dizanin.

Piştî referendûma serxwebûna Kurdistanê di 25.09.2017 ê da, Îran bi awayekî vekirî û çalak hate ser xetî û milên xwe dan ber YNKê û bi serokatya Bavil, Lahor, Aras û çend kesên nav YNKê de, xiyaneta 16ê Oktoberê encam da û li gor pilana danay herêma Kurdistanê teslîmî wan bête kirin, lê hesaba malê û bazarê li hev nekir û pilana wan têkçû.

Bi dîtina Îranê kesê ku bikarbe YNKê ragire Bavilê kurê mezin yê Celal Talebanî ye û eve çendeke Îran wî ji bo sekreterê giştiyê YNKê amade dike. Ji bilî ku di nav YNKê bi xwe de hene naxwazn Bavil bibe sekreterê YNKê, PDK jî naxwaze ew wê postê werbigire.

Qubad zêdetir li herêma Kurdistanê tê qebûl kirin ku bibe sekreterê YNKê û partî jî vê yekê dixwaze, lê Îran Qubad naxwaze ji ber ku ew li Britanya û Amerîkayê perwerde bûye û hevjîna wî jî cuhu ye.

Kusret resûl cîgirê yekem yê sekreterê YNKê , ew bixwe dizane şensê wergirtna postê sekreterê YNKê nemaye, rewşa wî ya saxlemiyê xerabe, lê ew dixebte kurên xwe, Şalaw û Derbas, derbasî nav mekteba siyasiya YNKê bike.

Şanaz Îbrahîm, xûşka Hêro ya hevjîna Celal Talebanî, ku ew jî weke keseka malbata Talebanî tê hesibandin, niha ew jî bi çalakî ketiye di nav şerenîxa wergirtna kursiya Talebanî da û serdana wan endamên serkirdayetî û mekteba siyasya YNKê yên nerazî û acizin yên li mala xwe rûniştne dike û dixebite bi wan re bereyekî amade bike, ew pişt germa Mela Bextiyar e ku niha ew jî tureye û li mala xwe rûniştiye.

Lahor bi alîkariya birayê xwe û çend kesên serbazî yên YNKê şerî li ser wergirtna posta sekreterê giştiyê YNKê dike û hevrikê kurên Celal Talebanî dike,

Bi vê tabloya şêlî û şerenîxê, gelo dê çewa YNK bikarbe kongerya çarê bike?

Nûçe/Analîz

Nasrat Hacî

06.01.2019

Back to top button