Dosya

Kurdistanî li Newrozê mala xwe man û parastî man

Îsal ji bo rêgirîkirina belavbûna şewba Corona ahengên Newrozê li Herêma Kurdistanê birêveneçûn, tenê agirê Newrozê li hinek navçeyan bi amadebûna hejmareke kêm ya welatiyan hate kirin.

Li Kela Hewlêrê ji bo dirustnebûna qerebalixî û rêgirîkirina kombûnan çend xulekek agirê Newrozê pêkirin.

Li Qamişlo li çendîn devarên dinê Rojavayê Kurdistanê mixabin kombûn ahengên cûda cûda hebûn, her çende kombûn û civîna xelk û girseyan ji aliyê rêvebiriyê ve ji bo belavnebûna şewba Corona hatiye qedexekirin lê dîsa kombûn hebûn.

Li Mehabad û Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber belavnebûna şewba Corona û parastina xelkê, welatiyan zêdetir li ser banên xwe agirê Newrozê pêkirin û bi xetîreyan pêşwaziya Newrozê kirin.

Li Diyarbakir û Bakûrê Kurdistanî jî bi awayeke giştî dîsa ji ber belavnebûna şewba Corona aheng û şahî tûnebûn. Xelk bi glop û ronahî mûm û çerxan agirê Newrozê pêkirin û li balkonan de bi stranên Kurdî pêşwaziya Newrozê kirin.

Back to top button