Civak

Kurdistanê pêwistî şarezayiya navdewletî heye

 

Şandeyeke rêxistina Heartland Alliance ya navdewletî a bi serokatiya Şon Kirvîn rêvebirê rêxistinê, serdana fermangeha peywendiyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, rêvebirê rêxistina Heartland Alliance ya navdewletî bi kurtî behsa armanca serdana xwe û bernameyê kar û çalakiyên rêxistina xwe kul i herêma Kurdistanê encam didin, kir û got:
– Rêxistyina Heartland Alliance ya navdewletî di warê geşepêdana şiyanên di warê qanûn, mafê mirov li dijî şidet li dijî jinan dixebite.
– Rêxistina me hevahengiyeke baş digel ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî heye û ofîsa me ya serke li Silêmaniyê ye û du şaxên wê li Hewlêr û Dudokê jî hene.

Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa xebat û çalakiyên rêxistina Heartland Alliance yên kul i herêma Kurdistanê encam didin bilind nirxandin û hêvî kir ku ew rêxistin bi awayekî ber bi çav di civaka Kurdistanê de rola xwe bilîze û şarezayî û tecrûbeya xwe ji bona zêdetir hişiyarkirina hevwelatiyên herêma Kurdistanê li ser prensîpên mafê mirov, serweriya qanûnê û geşepêdan aşiyanan ikar bîne.

Mistefa got:
Li herêma Kurdistanê gelek pêwîstiya me bi şiyan, tecrûbe û şarezayîya rêxistinên navdewltî heye. Em di qonaxa binyatdanan civakeke medenî de ne û xebatên we jî dê ji bona serxistina vê qonaxê alîkariyek mezin be.

Back to top button