Cîhan

Kurdistanê hevkêşiya enerjiyê guhert

Piştî li herêma Kurdistanê bîrên neftê yên nû hatîne dîtin, hawkêşeya enerjiyê hat guhertin û nexşeya enerjiya cîhanî ji nûve tê amade kirin.

Piraniya wan kompaniyên siyaseta enerjiyê li cîhanê îdare dikin, çavê xwe berdaye ser herêma Kurdisatanê û dixwazin cîyê xwe li herêma Kurdistanê xweş bikin.

Yek ji wan kompaniyên dixwaze rola xwe li herêma Kurdistanê bilîze malbata Rothschild e. Li gor hin çavkaniyên Gerhard Schroder  rawêjkarê berê yê Almaniyayê ku, nuha rawêjkarê kompaniya malbata Rothschild ye, vê dawiyê serdana bajarê Adane liTirkiyeyê kir û di warê dîtina neftê li herêma Kurdistanê de got:

          Rêya rast û durst eve ku, nefta (Bakurê Îraqê) bi rêya Tirkiyeyê bo Ewropayê bê veguastin, lê divê digel hikûmeta Hewlêrê û hikûmeta Bexdayê jî hevahengî bê kirin.

 

Back to top button