Nivîsar

’’Kurdistana Min’’

                                             

Gava ku min di facebookê de li wê  vîdeoya ku bi navê ’’Kurdistana Min’’ temaşe kir, hestên min ser û bin bûn… Hîsên min tevrabûn û ne hewce ye ku ez veşêrim, kelogirî bûm, hêsiran qeydên xwe şikestandin… min çend caran li ser hev temaşe kir…,paşê dîsa min çend caran lê temaşe kir…ez jê têr nebûm……..ew ên ku vîdeo hazir kirine, xwezî  we ew zarok  şandibûna Amedê jî, Dêrsimê jî, Mehabadê û Qamişloyê jî.. lê dîsa jî destê we xweş be, hezar caran destê we sax bin, siheta we xweş be… ew zarokên ku ala Kurdistanê û sînorên Kurdistanê li ser nexşeya dinyê îlan dikin, ew zarok in ku serxwebûna Kurdistanê îlan dikin , ew her yek evînek, gulek in ku şaxê wê di newal û geliyên dilê me de rehên xwe berdana..

Gava ku min li vê  vîdeoyê temaşe kir, -jixweber- bi hêsiran re hin hest û xemên min jî herikîn…min çend rêz nivîsîn…ez dixwazin wan rêzan bi we re parve bikim…

*

Her gava ku hêviya te ji te û ji paşeroja te qels bû….her gava ku hinekan gotinên giregir kirin…her gava ku hinekan peyv û armancên xwe yên qelew ji bîr kirin…..her gava ku te doz û deweya miletê xwe di bin lingên tucarên siyasetê de dît….her gava ku ked û emek û berxedana  pêşmerge û gerîllayan te ji bîr kir….her gava ku bêhna dizî , neheqî û  bêedaletiyê hate te…..her gava ku ji şûna ala rengîn, hinekan mîna ku tiliyên xwe di çavên te de rakin, tiştekî din li te ferz kir…..her gava ku bixwazin keça te bi kurê te, bavê te bi birayê te, mamê te bi xalê te bidine kuştin….her gava ku bixwazin wek pelekî  bi ber bayî ketiye,te bêreh,bêşax,bêdar, bêheş,bêtarîx,bêesil,bêprensîb,bêşexsiyet,bêpaşeroj bihêlin….her gava ku te dît mêzîna wîcdanê te xera dibe,têk diçe…her gava ku te ji dil dît ku tu êdî ne tu yî…….her gava ku te ewrên tarî li ser ezmanê welatê xwe dît…her gava ku wekhevî, hebûn, yekitî  û azadiya milletê te,welatê te ji bîra te çû…..her gava ku zarokên te nezanîbûn Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî   ne…..her gava  te dît ku tu, zarokên te nikarin bi zimanê dayika xwe bipeyivin…….her gava ku te dît hinekan destdirêjî  û neyaretîya  wê dewleta ku xewn û xeyala me ya bi sedan  sala bû kir, her gava ku te dît hinekan destdirêjî  û neyaretî  bi wê alayê kir ku ew  li ser Parlemena Kurdistana Başûr a bi serfirazî diheje …her gava ku Dêrsim,Mehabad,Diyarbekir,Helebçe,Qamişlo ji bîra te çû….her gava ku te xwe,milletê xwe û welatê xwe ji hinekên din biçûktir dît…..her gava ku te li ser axa welatê xwe bi awayekî azad xwe îdarekirinê wek mafekî milletê xwe yê bingehîn nedît…her gava ku te dît hinek dixwazin dijminên te zêde,dostên te kêm bikin…her gava ku ji bo milletê te destkeftineke herî biçûk jî be,hinek bi çavekî  nizim lê binerin…her gava ku te dît tu ji rastiya xwe,ji rastiya şerd û mercên welatê xwe,ji yên cîranên xwe û ji yên dinyê dûr dikeve….her gava ku tu bixwazî paşeroja xwe,ya milletê xwe,ya welatê xwe û ya zarokên xwe bibînî…her gava ku te tehm û xweşî  û qîmeta azadî û serfiraziyê ji bîr kir…..her gava ku di govenda zarokên cîhanê de te ji xwe re cihek nedît…her gava ku zarokan  ji swêd,ji afrîka,ji hindistanê,ji emerîka,ji rusya,ji brezilya,ji çînê guleke çar reng ji te re diyarî kirin…bi can û dil li vî filmî temaşe bike…û bila ev fîlm her rêberek be bo te,bo zarokên te…ku bila zarokên me jî  wek me di nav ewqas tevliheviyan de nefetisin…..hêvîya me, zarokên ku nizanin qirêjî çi ye ne……û hêviya me ew e ku bila qirêjiyê ne zanibin jî…

27.07.2013

Mustafa Özçelik

 

 

Back to top button